FlaşPolîtîk

Îmamoglu: Ew dixwaze min li vir di betonê de veşêre..!

Tê îdiakirin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û ji nihave namzetê serokomariyê yê girtî Ekrem Îmamoglû derbarê Serokê Berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû de gotiye, “Ew dixwaze min li vir di betonê de veşêre”.

Rojnamevan Timur Soykan îdia kir ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglû derbarê Serokê Berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû de gotiye, “Ew dixwaze min li vir di betonê de veşêre”. Soykan diyar kir ku ev gotin dê di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de werê nivîsandin. Ji berî daxûyaniya Îmamoglu rojekî, heyeteka CHPÊ li gel Kiliçdaroglu hevdîtine kir. Di derbarê hevdîtinê de jî Soykan got, “Kılıçdaroglu ji heyeta ku çû hevdîtina wî re gotiye, ew nikarin kesan tayîn bikin û faturayan bidin, kesên li nawenda Partiyê van tişta dikin ne xwedî desthilatin. Mansur Yavaş pir aciz bû û got, ‘Tiştê ku hûn dikin dê CHP-ê parçe bike. Ger hûn vê bikin, ez ê ji siyasetê vekişim.'”

Soykan Dibêje:

“Ekrem Îmamoglû tiştekî pir dijwar dibêje. Bi rastî, ev nûçeya me ya taybet e û me bi hev re li ser çavkaniyan lêkolîn kir. Ekrem Îmamoglû tam vê yekê li ser Kiliçdaroglû dibêje, ew dibêje ‘Ew dixwaze min li vir di betonê de veşêre’.

Bi rastî jî daxuyaniyek pir dijwar e. Daxuyaniyek ku dikare di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de were nivîsandin. Û di rastiyê de ew encama xewna niha ya Kiliçdaroglû ya ku dîsa li kursiya serokatiya CHP-ê rûne jî diyar dike.

Di 30ê Hezîranê de doza Kongreya CHPê heye. Tê gotin ku, dê di vê dozê de dadgeh kongreya CHPÊ ya ku ewil Ozel bûyî serok û Kiliçdaroglu nehatî hilbijartin dê bê îptalkirin.

Back to top button