Îlhamî Sîdar: Melayê Cizîrî bêhna min vedike
Nîvîskar û edebiyatvanê Kurd Îlhamî Sîdar ku ji nêzîk ve edebiyata cîhanî, Erebî, Farisî û tirkî xwendiye û agahdarî berhemên nivîskarên edebiyatê wan e, li hevpeyvîneke bernameyeke televizyonî de pesnê Melayê Cizîrî dide û dibêje: Dema bêhna min teng dibe, ez çend helbestek ji dîwana Melayê Cizîrî dixwînim bêhna min vedibe.
Îlhamî Sîdar dibêje: Dema min yekemîn helbesta Melayê Cizîrî xwend, hemû bîr û borçûn û nêrînên minên li ser edebiyatê, li ser şiir û helbestê serûbino bûn. Melayê Cizîrî bi yek helbesta xwe hemû nêrînên min yên li ser helbestên cîhanî guherandin. Ji Puşkîn bigre heta Bodler Rembo, ji Şekspîr bigre heya Dante, Homeros. Ne wekî Kurdek wekî xwendevanek, dema min Mela xwend, min got ev ji teva û hemûyan jîrtire. Bi tenê Hafizê Şîrazî, wekî Hafize, lê bi xwedê ji Xeyam jî xûrttire.
Her wiha nivîskar Îlhamî Sîdar dibêje: Birastî ez ne ji aliyê neteweperweriyê ve lê dinêrim, ez wekî edebiyatnasekî dibêjim. Bi tekez min ji bîst caran zêdetir dîwana Melayê Cizîrî xwendiye. Dema bêhna min teng dibe, ez çend helbestek ji dîwana Melayê Cizîrî dixwînim bêhna min vedibe. Mela bêhna min vedike. Dîwana wî ne tenê helbeste, ne bi tenê edebiyate, ne bi tenê felsefeye, ne tenê zaniste, her tişte. Li her mala Farisekî dîwaneke Hafizê Şîrazî heye, pêwîste li mala me Kurda li her malekî pêwîste bi tekez Dîwana Melayê Cizîrî hebe.