
Prof. Dr.Tasuku Honjo Zanayeke Fizyayê ye û li sala 2018 an de Xelata Nobelê wergirtiye û di derbarê Virusa Korona yê Kovid-19 de dibêje ev nexweşî ne sirûştî û xwezayî ye destgirde û li Çînê hatiye berhemanîn.
Prof. Dr.Tasuku Honjo dibêje: Virusa Korona ne xwezayî û sirûştiye, ji ber ku destgirde û sedî sed ez dikarim bibêjim ku ne ji şevşevokan peydabûye, Çînê bi xwe vê virusê berhemaniye.
Zanayê Japonî Tasuku Honjo dibêje: Eger ev virus xwezayî bûya, hemû cîhanê wiha bo bandor nedibû. Li gor xwezayê bûya wê li gor germahiya hinek welatan cûda bûya. Eger xwezayî bûya wê bi tenê wan welatên ku germahiya wan nêzîkî germahiya Çînê bûyan wê bixista bin bandora xwe. Lê belê li welatên wekî Swîsre û welatên wekî çol û biyabanan heman awayî belav dibe. Eger xwezayî bûya wê bi tenê deverên sar bihata dîtin û wê li welatên germ jî ew virus bimira. Eve çil sale ez li ser virus û ajalan lêkolînan dikim û eve ne xwezayî ye.
Her wiha zanayê Japonî dibêje: Ev virus sedî sed destgirde û hatiye berhemanîn. Çar sale ez li taqîgeh û laboratuvarên Wuhana Çînê dixebitim û li wan deveran baş dizanim û hemû xebatkarên di vî warî de dixebitin taqigehên Çînê dizanin. Çîn rastiyan nabêje, Hikûmet dikare vê xelata min li paşve bikêşe, lê wê rastî rojek derkeve holê.
Prof. Dr.Tasuku Honjo 34 sale li Zanîngeha Kyoto wekî profesor kar dike.