Îsraîl navên 4 leşkerên di êrîşa Hizbullahê ya li ser baregeha Golanê de jiyana xwe ji dest dyîn eşkere kir.
DF navên Serheng Omri Tamari, Çawîş Yosef Hieb, Çawîş Yoav Agmon û Serheng Alon Amitay sibeha
Evara Yekşembê Hizbullahê bi dronên xwekuj êrîşê baregeheka Îsraîlî li devera Girên Golan kir. Medya nêzik Hizbullahê ragihandibû ku gelek kuştî û birîndar hene. heta hinek aliyan îdia kir ku, di vê êrîşê de serekanê Îsraîl jî hatiye kuştin. Lê Roja Duşembê sibehî Îsrail navê 4 efserên ku di êrîşê de hatîn kuştin eşkere kir.
Li gora daxûyaniya Hêzên Parastina Îsraîl, efserên bi navê Omri Tamari, Yosef Hieb, Yoav Agmon û Serheng Alon Amitay jiyana xwe ji dest dane.
Leşkeran diyar kir ku her çar leşkerên wan 19 salî bûn û dema li baregehê hatin kuştin, di perwerdeya piyade de bûn.
Ji bilî 4 leşkerên ku di êrîşa Hizbullaha Lubnanê de hatin kuştin, IDF ragihand ku roja Yekşemê di şerê li başûrê Xezayê de leşkerek ji Tabûra 8101 a Lîwaya 3 û leşkerek ji Tabûra 46 a Lîwaya 401 bi giranî birîndar bûne.
Di êrîşa ku roja Yekşemê hat kirin de bi tevahî 67 kes birîndar bûn û ji bilî 4 leşkeran 7 leşker jî bi giranî birîndar bûn.