Dosya

Îbnî Sîna berî hezar salan behsa Korona kiriye

Fîlmê (The Soviet Movie Avicenna) Sovyeta Îbnî Sîna li sala 1956 li Rûsya li Taşkenta paytexta Ozbekîstanê ji aliyê Kamîl Yarmatov bi zimanê Rûsî berhemaniye.

Fîlm behsa kesayetî û zanista Îbnî Sîna dike ku yek ji wan dîmenên fîlmê de hatiye beshkirin her wiha behsa cûre virusekê bi dest û dev û çav û por û cilubergan ve belav dibe.

Her li vê fîlmê da ew rêkar û nîşanên niha ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ve ji bo xweparêziya hatine belavkirin, Îbnî Sîna wê demê destnîşan kiriye.

Wekî mînak:

Li dîmenek da dibêje: Bi encamek gihîştim ku hemû nexweşiyên şewb û veguhestiyan zêdetir belav dibin û bi çavên asayî nayên bînîn (Li vir da mebesta wî viruse) dibin sedema tayên bilind û mirina reş (ku taune).

Her wiha behsa derûniya mirov dike û dibêje: “Netirsin ji nexweşiyê ji ber ku nexweşî li pey tirsinokan da digerê. Ewê ji nexweşiyê netirsê, nexweşî ji wî ditirsê. Ji bo wê yekê tirs wiha li mirov dike tûşî nexweşiyê bibin û bimrin”.

Yek ji dîmenên balkêş de Îbnî Sîna diçê serdana Ebu Reyhanî Bîrunî dike ku yek ji cografyanas û gerdûnnasê şaristaniyeta Îslameye. Dema Bîrunî dixwaze Îbnî Sînayê mîhvan himbêz bike, lê belê Îbnî Sîna daxwaz dike ku wî himbêz neke û nêzîkî wî nekevê û jêre dibêje ku cilê paqij û av û pêjgîr ji bo wî bînin da ku dest û çavên xwe bişûn.

Bîrunî pirsiyarê lê dike ku eve dab û nerît û kevneşopiya çi gelêke? Ew jî bersîva wî dide û dibêje: “Ev nerîte pêwîste li welatek da bê cêgîrkirin ku taunê reş têda cêgîre”.

Ji bo rizgarbûna wê nexweşiyê Îbnî Sîna dibêje: “Destpêkê de divê xelk ji tirsa nexweşiyê bê rizgarkirin ewe girîngtirîn tişte”.

Her wiha dibêje: “Tauna reş ji mirovek ve ji bo mirovekî din vediguheze bi hemû tiştek ve dimîne, bi dest û pirç û cil û her wiha bi hewayê jî belav dibê. Ji bo wê yekê nabê xelk pêkve kombibin. Pêwîste bazar û mizgeft bêne girtin û xelk li malên xwe da nimêjê bikin”.

https://youtu.be/8Z1M2zGEqpQ
Back to top button