Cîhan

Husiyan êrîşê keştiya şer a Amerikayê kir

Hûsiyên Yemenê ragihand ku , wan bi mûşekên balîstîk û balafirên bêmirov êrîşê keştiya balafiran a DYA’yê kiriye.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniyekê de ragihand ku Amerîka di çend saetên dawî de 47 êrîşên esmanî li Yemenê kirine.

Serî der barê êrîşa ku li hemberî vê êrîşê hatiye kirin de ev daxuyanî da:

“Me keştiya balafiran a Amerîkayê USS Harry S. Truman û keştiyên şer ên li bakurê Behra Sor bi 18 fuzeyên balîstîk û krûz û balafireke bêmirov kirin armanc.

Serî tekez kir ku Hûsî tu carî dudil nabin ku hemû keştiyên şer ên Amerîkayê yên li Deryaya Sor û Kendava Farsê ji ber êrîşa li ser Yemenê bikin hedef.

Serî diyar kir ku dorpêça li herêma deryayî heta ku destûr neyê dayîn alîkarî û hewcedariyên bingehîn derbasî Şerîda Xezayê bibin dê bidome û destnîşan kir ku ew ê dorpêça deryayî ya li dijî Îsraîlê û girtina keştiyên Îsraîlê yên li herêma operasyonê ya ku hatiye îlankirin bidomînin.

Back to top button