Hizbullahê 3 leşkerên Sûriyê revandin û kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyê ragihand ku endamên Hizbullahê 3 leşkerên Sûriyê revandin û îdam kirin.
Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku endamên Hizbullahê 3 leşkerên Sûriyê revandin û îdam kirin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA, li ser zarê Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ragihand, endamên Hizbullahê 3 leşkerên artêşa Sûriyê kirin kemînê de û ew birin Lubnanê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hizbullahê de hat ragihandin ku ti têkiliya wan bi bûyerên li ser sînorê Sûriye û Lubnanê diqewimin re nîne.
Li aliyê din ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA ragihand ku roket li bajarokê El-Qesrê ku dikeve ser sînorê Sûriyê li rojhilatê vî welatî ketin.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku roketên navborî ji herêma Humsê ya Sûriyeyê hatin avêtin, lê der barê kuştî û birîndaran de agahî nehat dayîn.
NNA’yê ragihand ku di nava rojê de cenazeyên 3 kesên nasnameya wan nediyar li bajarê Qesrê hatin dîtin û piştre jî ji aliyê artêşa Lubnanê ve cenaze radestî rayedarên Sûriyeyê hatin kirin.