Cîhan

Hûrgiliyên peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de hatin eşkerekirin

Peymana agirbestê ya ku ji aliyê Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ve piştî erêkirina hikûmetên Lubnan û Îsraîlê hat ragihandin, li gorî saeta herêmî saet 04.00an ket pratikê.

Biden diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Lubnanê dê di nava 60 rojan de li sînorê başûrê Lubnanê bi cih dibin û vê herêmê kontrol dikin. Biden bal kişand ser wê yekê ku di peymanê de bêçekkirina endamên Hizbullahê ji herêma navborî û derbasbûna wan ber bi bakurê çemê Lîtanî ve tê pêşbînîkirin, ku leşkerên Îsraîlê dê di heyama 60 rojan de gav bi gav ji herêmê vekişin.


Biden her wiha da zanîn ku di vê pêvajoyê de ti leşkerên Amerîkî li Lubnanê xizmetê nakin û tekez kir ku ev rêkeftin bi saya xebatên dîplomatîk ên demdirêj ên bi pêşengiya Amerîka û Fransayê pêk hatiye. Serok Biden her wiha diyar kir ku koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA û Fransa dê piştgiriyê bide pêkanîna peymana agirbestê.


Biden her wiha diyar kir ku Lubnaniyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûne û niştecihên cihû yên li bakurê Îsraîlê dê karibin vegerin malên xwe. Li gorî îdiayên ku beriya ragihandina agirbestê di çapemeniyê de hatin kirin, ji sînorê Îsraîl-Lubnan heta Çemê Lîtanî ku artêşa Îsraîl û Hîzbullahê tê de 5 hezar û 10 hezar leşkerên Lubnanî dê li herêmê bên bicihkirin.


Li gorî biryara 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), firotina çekan ji bo Lubnanê an jî hilberîna çekan a li Lubnanê dê ji hêla hukûmeta Lubnanê ve were çavdêrî kirin da ku rê li ber çekdarkirina van koman li Lubnanê bigire. Ji aliyê din ve li gor îdiayeke din a di çapemeniyê de hat gotin, “Amerîka soz daye ku, eger bi awayekî Hîzbullah peymanê ihlal bike, DYA ronahiye kesk ji Îsraillêre pê têxe.

Back to top button