Civak

Hunermendên kurd komkujiya Qilabanê şermezar kirin

Hewlêr: Hunermenden kurd Canê, Kawa, Îmad, Melek, Bilind Îbrahîm û Çopî yên ku ji bo konsêrên alîkarîya Wanê hatibûn Hewlêrê komkujiya li Roboskiyê şermezar kirin.

Hunermendên kurd ên ku ji bo piştgiriyê bidin mexdûrê Wanê li Hewlerê konser dan, piştî konserê pirsên ajansa DÎHA’yê bersivandin û komkujiya li gundê Roboskiyê şermezar kirin.

Canê: DYA, NY û YE berpirsyarê komkujiyê ne

Hûnêrmend Canê diyar kir ku ev komkûjiya li gundê Roboskiyê ya Qilaban ne bûyera yêkemîne û jî wê bibe ye dawî û got: “Hemû dewletên deshilatdar yên Rojhilat û cîhanê li dijî kurdan dest dane hev. Ev komkujî hevpar hatiye kirin. Bi destê DYA, Îsraîl dewleta tirk pêk hatiye. Di serîde DYA, NY, YE û Îsraîl berpirsyarê vê komkujiyê ne.

Îmad: Bi wê komkûjîye dixwazin hemû kurdan bitirsînin

Hunermend Bilind Îbrahîm jî bertekên xwe anî ziman û wiha got. “Komkujiya li Roboskiya Qilaban pir giran e. Em hêvî dikin ku mafê wan gelên me yên ku hatin qetilkirin bi tekoşîna gele kurd bên standin. Pewîste hemû rêxistin û dezgehên kurdan li dijî wan dijminan serî rakin û helwestêk tund nîşan bidin. Divê hemû barêgehên leşkêrî yên tirk û saziyên tirk ji bajarên kurdan bên derxistin.”

Kawa: Dewleta tirk dixwaze gelê kurd tune bike

Hunêrmend Kawa jî komlûjî wekî komkujiya Halepçeyê binav kir û wiha got: “Komkujiya Qilabanê wek komkujiya Halepçeyê ye. Ev dîyare ku armanca dewleta tirk qirkirina kurdan e. Lazime em encamek mezin ji vê komkûjîye derxin. Divê kurd helwestek dîrokî nîşanî vê yekê bidin. Hate diyarkirin ku hemû dewlet li hemberî gelê kurd bûne yek û dijminiyê dikin. Bijî yekitîya kurdan, bijî gele kurd û Kurdistan. Em hertim henê her tim jî em dê hebin”

Melek: Divê kurd li dijî komkujiyê bibin yek

Hunermend Melek Rojhat jî eşkere kir ku dewelat tirk ji sedî sed dixwaze kurdan tûne bikê û wiha got, “Dewleta tirk dixwaze qira kurdan bîne. Di nav kurdan tirs û xof hene. Ez dixwazim bila gelê kurd êdî dijî wan hovîtîyan bêdeng nemînin û netirsin. Lazime hê jî zedê tekoşîna xwe bikin. Bila kurd serê xwe rake. Divê gelê kurd yekîtiya xwe xurt bikin.”

Duh li Hewlêr ji bo welatiyên Wanê konser hat dayîn

Duh li Hewler ji bo komkirina alîkariya ji gelê Wanê re konserek hat dayîn. Konser ji aliyê Çetir Prês û Komeleya Hûnerî ya Dîcleyê ve li Hola Mediya pêk hat. Di konserê de Hunermend Canê, Kawe Serhedî, Çopî Fetah, Melek Rojhat, Behroz Tewekulî, Bilind Îbrahîm, Îmad Hewlêrî derketin ser dikê û sitran gotin. Dildarî Şahîr jî çend parçe helbest pêşkeş kir. Di konserê de tevlîbûna gel zêde bû û bi girseyî çalakî hat pêşwazî kirin.

Konsolosê Firensa jî helwest nîşan da

Di konserê de komkujiya Roboskiyê jî hate şermezarkirin û di konserê de 35 find ji bo 35 welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin hate pêxistin. Konsolê Firensa yê Hewlêrê Dr. Firîdrîk Tîsot jî tevlî konserê bû. Tîsot wiha got: “Ev yek di demeka ku piştî naskirina ‘Qetlîama Ermeniyan’ di Parlamana Fransa yê de nakokî di navbera Fransa û Tirkiyê de pir zêde kir pêk hat.”

Malbata Bedirxan ji bo derketina Tirkiye li Herêma Kurdistanê îmza kir

Di konserê de stanta kampaniye îmza kom kirinê ya ji bo derketina bingehên eskerî û îstixbaratî yên Tirkiye ya Herêma Kurdistanê jî hate vekirin. . Ji Malbatê Bedirxaniyan Sînem Celadet Bedirxan destek da kampaniyê. Bedirxan ji bo derketina bingehên eskerî û îstixbaratî ya Tirkiye li Herêma Kurdistanê, îmza kir.(Rudaw)

Back to top button