Gelo dor tê Demirel?
Gelo dora Demorel e?
Li Tirkiye piştî girtina serfermandarê giştî yê berê Îlker Başbug, gotubejek gelek bi balkêş tê kirin. Niha bi dengek bilin herkesek dibêje : Gelo niha dora kîye? Nivîskarê rojnama Star Ahmet Kekeç di nivîsa xwe de behsa vê rewşê dike û bê ku navekî eşkere bike, dide xuyakirin û bi awayekî behsa ihtimala girtina serokkomarê berê Suleyman Demirel jî dike.
Niha di derbarê Kenan Evren û hevalên wî yên ku dijîn de doz hate vekirin. Dê dimek nêzik herin himber dadgehê û bêne darizandin. Wezîrê navxwe yê berê û berpirsê piraniya kuştinên “ Failî Meçhul“ Mehmet Agar êfade da. Niha dor serokwezîrê berê Tansu Çiller û serokkomarê berê Suleyman Demîrel destnîşan dike.
Bê goman darizandina Çîller, Demirel û Evren Tirkiye gavek din ber bi şefafiyetê ve bibe.
Rojevakurd