Temenê Salihê Kemençebêj bi awayeke zelal nayê zanîn lê ew li bajarê Sêrtê li dayik bûye û heta niha jî li wir dijî.\nSalihê Kemençêbêj hunera kemençebêjiyê ji bav û kalên xwe fêr bûye. \nWî li qada Anfi- Tiyatroya bajarê Sêrtê çendîn konseran li dar xistiye û her wiha li bajarê Amedê beşdarî Şevbihurka Dengbêjên Kurdistanê kiriye.\nSalihê Kemençebêj çendîn car zewacê kiriye lê bi tenê yek keça wî heye ku ji bo wî ew keç hejayî 10 mêrane..\nKeça Kemençebêj jî zewac kiriye û li bajarê Şirnexê dijî...