Nivîsar

Hûnêrmendekî ciwan ê mûzîka nûjen

HUNERMENDEKÎ CIWAN Ê MÛZÎKA NÛJEN

Her ku rojek nû dema derdikeve, bi xwe re hunereke kurdî a nûjen jî derdixe qada jiyanê.

Destan Dogan jî yek ji wan ciwanên Kurd e ku hêj di serê bihara Hunera Kurdî de ye û silava xwe daye jiyanê, bi awayekî rengîn derketiye holê û stranên kurdî ên nûjen hem diafirîne û hem jî dibêje.

Destan Dogan

Destan Dogan di 1981ê de li navçeya Tatosa (Tekman) girêdayê bi Erzeromê ve hatiye dinyayê. Yanî dema wî rojbaşî daye jiyanê, welatê wî û xelkê wî di binê wehşeta Cuntaya Leşkerî ya 12ê Êlûnê de (1980) dinaliyan.

Destan Dogan pêşî dest bi stranên klasîk ya dengbêjên Serhedê kiriye û di temenê xwe yê piçûktiyê de jî çûye dawet û şahiyan û stran gotine. Herweha wî xwendina xwe jî paşçav nekiriye û lê domandiye heta ku lîse bi dawî aniye.

Etîqê bavê Destanî kurê Huseynê Xanemîrî û pismanê Selîm Begê Mîrê Madragê bûye û ji Zirkanê ye. Mensûre xanima diya Destanî, keça Hecî Elîyê ji eşîra Şadiyan e.

Bavê Destan Dogan ji ber ku ji strana kurdî û ji dengbêjên Kurd pir hes dikir, ew yek tîna xwe li Destanê piçûk jî kiriye û hin bi hin Destanî bûye evîndarê strana kurdî.
Ji ber ku malbata Destanî dewlemend bûye, wî ji bo stranên kurdî destmiz jî ji kesî wernegirtiye.

Lê mixabin Destanê ciwan ji ber strana kurdî di 1998an de hatiye girtin û îşkenceyên xedar lê hatine kirin. Piştre jî gava hatiye berdan, ji welêt reviyaye û di 1999an de çûye li Elmanyayê bi cih bûye.

Li Elmanyayê Destan Dogan jî weke piraniya penaberan zehmetî kişandiye, lê wî dema xwe vala nebihurandiye û li perwerdehiya Mûzîka Nûjen domandiye.

Destan Dogan çar ziman dizane û niha li TRT6ê bernameyek bi navê ”Daxwazên We” bi awayekî Zindî diweşîne.

Bernameya Destan Dogan a li TRT6ê, bi piranî Mûzîka Kurdî ya nûjen e.

Di vê navê re heta niha 3 sêlikên Destanî jî hatine weşandin û niha ya çaran jî li ber weşandinê ye.

Destan Dogan

Strana Destan Dogan a bi kurdî û ingilîzî, zêdetir kêfa xelkê Rojavayê aniye û pir jê hatiye heskirin.

Destan Dogan dibêje ku divê em hunera xwe ya stranbêjiyê li ser bingeha stranên Folklora Kurdî ava bikin û îlham ji dengbêjên weke Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reso, Şeroyê Biro, Gerebêtê Xaço û gelekên weha yên din werbigirin.

Herweha gaziya Destan Doganî ji bo ciwanên Kurd jî, ev e: Bila hunermend nebin maşeya destên kesî û bila tenê suxreya Hunera Kurdî ya dengbêjiyê bikin. 

Ez jî serkeftin ji vî hunermendê Kurd ê ciwan re dixwazin û serkeftinê ji bo hemû ciwanên Kurd divêm

19/ 08/ 2013
Bajarê Agirî, li Mihrîcana Evdalê Zeynikê.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

   

Back to top button