Hunermendê Kurd 100 xizmên xwe winda kirin
Hunermendê Kurd Mustafa Aslan ê ku wek „Kahtalî Miçê“ tê naskirin û ji Kolik a Semsûrê ye, gelek meriv û xizmên xwe di erdhejê de winda kirin.
Hunermend Kahtalî Miçê anî zimên û got: “Em reviyan cem kê, mala wan xerab bû. Me li kê nihêrî me winda kir. Malbata min li navenda Semsûrê bû. Min nêzî 100 xizmên xwe winda kirin”.
Hunermend Mustafa Aslan ê 70 salî, ji çapemenîyê re axivî, serpêhatiya xwe ya piştî erdhejê anî zimên û got: „Min digot qey wan bombe barandin. Em li tiştên ku me dîtin şaş man. Me bi zorê xwe derxist derve. Li ser kevir kevirek nemabû. Em birevin cem kê, mala wan xera bûye. Em li kê dinêrin me winda kir. Malbata min li navenda Adiyamanê bû. Min nêzî 100 xizmên xwe winda kirin. Xalên min, zarokên xaltiya min, xaltîkên min, zarokên xaltiya min, neviyên xaltiya min. Mamên min. Min hevjîna xwe, hevala xwe, hevalên xwe winda kir. Di her malekê de 5-10 mirî. Ez ne kêfxweş im ku dijîm“.