Cîhan

Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û civîna bi Serokkomarê Tirkiyê re de got “Ji bo derbirîna hevxem û dilsoziya xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, min serdana Tirkiyê kir û Min serdana mexdûrên erdheja 6ê vê mehê kir.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di çendîn hevdîtinan de li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û qurbaniyên wê karesatê, min hevxemiya xwe ji gelê Tirkiyê re ragihand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo qurbaniyên wê karesatê dupat kir.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Min pîrozbahî li dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîmên hawarçûnê kir ku di destpêka karesatê de çûne navçeyên wêranbûyî ji bo rizgarkirina qurbaniyan.”

Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 serdana çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û wan herêmên erdhejê bike ku di encama erdheja 6ê Sibatê de, zirareke mezin a canî û maddî gihîştiye wan deran.

Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya Dîlokê de got “Amadebûna me ji bo ku em xem û wefadariya xwe ya bi gelê Tirkiyê re bînin ziman; Li navê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re dixwazin.”

Back to top button