Hûnêrmenda sedana Qilebanê kir
Hinek hûnêrmend û parlementera serdana Qilebanê kirin û li gel kes û karên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hevdîtin kirin. Hûnermen bi serpêhatiyên dil şewat vegeriyan. Hûnermendan piştî serdana xwe hinek dîtinên xwe ji bo raya giştî ragihandin.
Di nav 45 hûnêrmenda de du parlementer jî hebûn. Hûnêrmendên wek Îlkay Akkaya, Aynur Dogan, Yasemin Goksu û Julide Kural hebûn. Herweha parlementerên BTP-ê Leven Tuzel û Sabahat Tuncel jî li gel vê gruba hunermendan bûn.
Gelek kesan re axivîne û tiştên hatîn gotin wek xwe belav kirin. Beşek daxuyaniya hûnermendan ku hatiye belavkirin bê ku navên kesên axivtîn bidin diyarkirin û wek xwe ragihandin.
Ev beşek axavtina kesû karên ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn e.
Axavtinên di bin konên serxweşiyê de ji hûnêrmendan re hatîn kirin:
“ Me destek ji laşê yekî qut bûyî dît û di nav tehdan de weşart“
“ Karmendek yê bajarvaniyê gote ku, hejî parçeyên ji laşê wan qut bûyîn li herêmê hene“
“ Me dengê bombebaranê seh kir û em bezîn. Demjimêr 2 yê berê sibehê hêjî balefir difiriyan. Em biçûna yan emê jî bihatan kuştin yan jî dê me hinek xilas bikiran. Li ser serê me helîkopterek difiriya. Me ceseden ku dîtin dan hev li histira bar kirin û anîn. Ji sermayê bedenên wan hişk bibûn. Dema beden germ bûn xwîn ji bedena wan herikî. Her der tejî xwîn bû. Kesekî qêrîna dayîkan bibihîse ma dikarê bisekine?“
“ Birayê min ji berî du rojan li kaçaxiyê bû.Fermandar ji babê min pirsî bû kurê te li kûye? Ji bo 50 lira kar bikin diçûna.Wê rojê jî dihat zanîn ku ew çûne. Xwezî bihatan girtin. Kêmasî dê me heftiyê carekî ew bidîtan û me dengê wan seh bikira.“
“ Bi balefirên F-16 bombebaran kirin. Birayên min û biraziyê min kuştin. Me amadebûna zewaca birayê min dikira. Dezgirtiya wî ji wê rojê pê de digirî.“
“ Dema me parçeyên laşên kuştiyan dida hev, me dît ku du kesan destê hev girtine û jiyana xwe ji dest dane.Me destê wan ji hev venekir û ew welê li histira bar kirin.“
“ Babê min korucuye. Malbata me her demî li ba dewletê bû. Kesên me yên Gazî(di şer de birîndar bûyin) hene. Me xizmeta dewletê kir. Dewletê jî em bi vê komkujiyê xelat kirin. F-16 a em hemî kuştin. Ev bû spasiya dewletê ji bo me.“
“ Babê min kuştin.Piştî kuştina babê min wê pera bidin me.Dê ew pere babê min şûnve bîne? Tayib tu jî kurê xwe bide.“