PolîtîkRojev

Hukumetê çend mijarên girîng gotûbêj kirin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 1ê Îlona 2021ê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya civînê, îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Herêma Kurdistanê û weke serdaneke girîng û dîrokî bi nav kir ku bi vê serdanê Fransayê car din anî ziman ku pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê girîng e û ev serdan nîşaneya pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê ye di asta navdewletî de.

Piştre Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm kurteyek li ser girîngiya beşdarbûna Herêma Kurdistanê di diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê de û sûdên wê ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Di beşeke din a civînê de Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah li ser mekanîzmaya cîbicîkirina biryara civîna dawî ya Encûmena Wezîran a ji bo dabînkirina nefta sipî ji bo welatiyan di demsala zivostanê de û çareserkirina kêşeya bilindbûna buhayê benzînê bi liberçavgirtina tendirustî û jiyana welatiyan û pêşîlêgirtina anîna sotemeniya kalîteya xirab bo nav Herêmê.

Wezîrê Perwerdehiyê Alan Hemeseîd û Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî behsa amadekariya rêkarên xweparêziyê û vekirina dibistanan û destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê ya 2021-2022 kir. Emcûmena Wezîran tekezî li ser cîbicîkirina bernameya girîngîdan û pêşvebirina perwerde û fêrkirin û mamosteyan kir.

Back to top button