PolîtîkRojev

Amerika li Iraq û Kurdistanê dimîne

Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino di konferansek rojnemevaniyê de ragihand ku rewşa Efxanistan li gel rewşa Îraqê gelek cudaye.

Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino herwiha diyar kir ku, Amerîka li Kurdistan û Îraqê de dimîne bo temamî navekêşe.

Robert Palladino balkêşande ser vê yekê ku di navbera Amerîka û Kurdistanê de têkiliyên baş hene û ev têkiliyên han berdewam dibin.

Robert behsa vê yekê kiriye ku heta dawiya sala 2021an tenê hêzên şerker yên Amerîk ji Îraqê vedikêşin û hêzên din yên Amerîkî bo domandina perwerde kirina artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge li Îraê dimînin.

Palladino derbarê rewşa Şingalê de jî diyar kiriye ku rêkeftina Şingalê baştirîn rêye bo çareser kirina kêşeyên ku li Şingalê de hene, lê tişta ku cîhê dilgiraniyê ye ew ku li Şingalê hinek çekdarên ser bi Îranê hene û ev çekdarên han astengiyan bo xelkê çê dikin.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kiriye ku Amerîka bi hêzên pêşmerge serfiraze û heta niha bi qasî 250 miliyon dolar hevkariyên curbicur pêşkêşî pêşmerge kiriye û hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Robert di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, Serokê Amerîkayê Jeo Biden xwedan têkiliyên başe li gel herêma Kurdistanê û têkiliyên han berdewam dibin.

Back to top button