Hukumeta Libnanê dixwaze ji nû ve bandora dewletê avabike
Hikûmeta Lubnanê biryar daye ku, hemû hêzên çekdar ên li welêt, tevî Hizbullahê, dê di bin kontrola dewletê de bin û çekên xwe jî radestî dewletê bikin.
Wezîrê Ragihandinê Paul Markus piştî civîna Kabîneyê ya ku li Qesra Baabda ya Beyrûtê di bin serokatiya Serok Joseph Aoun de hate lidarxistin, li gel rojnemevana axivî.
Markus diyar kir ku Kabîne gihîştiye rêkeftinekê ku hebûna çekdar li axa Lubnanê, tevî Hizbullahê, bi dawî bike.
Markus diyar kir ku, armanca biryara hukumetê aramiya welêt misoger bike û ji nûve desthilatdariya dewletê ava bike. Markus got: “Me li hev kir ku hebûna çekdar, tevî Hizbullahê, li seranserê axê bi dawî bikin û artêş li ser sînor bi cih bikin,”
Markus destnîşan kir ku armancên pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hemû welatên têkildar digire nav xwe, û diyar kir ku Kabîneyê armancên plana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pejirandiye û dê li gorî plana artêşê ya ji bo berhevkirina çekan hûrguliyan nîqaş bike.
Markus her wiha ragihand ku Serok Aoun Kabîneyê li ser têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re di derbarê hewldanên ji bo rizgarkirina aboriya Lubnanê de agahdar kiriye.
Wezîrên Şîe Civîna Kabîneyê Terikandin
Di vê navberê de, Markus diyar kir ku hin wezîran tevî hemû hewldanên razîkirinê, civîna Kabîneyê terikandin.
Markus diyar kir ku wezîrên navborî tenê ji civînê derketine, ne ji hikûmetê.
Wezîrê Kar Mohamed Haider, di axaftina xwe de ji televîzyona Al-Jadid a Lubnanê re got ku wan civîna Kabîneyê terikandine ji ber ku wan pêşniyara Amerîkî erê nekirine, lê daxwaz kir ku pêşniyar paşê were nirxandin.
Haider got, “Me civîna Kabîneyê terikand, lê em ji hikûmetê venekişiya,” û tekez kir ku wezîrên ku ji civînê derketine “nexwestine aloziyan zêdetir bikin.
Wezîrê Dadê Adnan Nassar jî diyar kir ku wezîrên ku ji civînê derketine tekez li ser rola artêşa Lubnanê kirine û prensîba kontrola çekan a komkirî pejirandine.


