Civak

Hukumeta Kurdistanê civiya

Hukumeta herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, ronahî hate xistin ser dawî guhartin û pêşhatên rewşa niha ya Sûriyeyê. Di vê derbarê de, Serokwezîr û endamên Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê xwe ji her nakokiyên herêmî û navdewletî dûr dixe û weke her car, ew faktora aştî û aramiyê li navçeyê dimîne û xwazyar e baştirîn peywendiyan wê li gel welatên cîran hebe li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş.

Di beşa yekem a civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah raportek li ser dawî pêşhatên derbarê mûçe û sererastkirina yasaya bûdceya federalî pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn şêwe erkên xwe cîbicî kirine û berdewam e li ser hewlên xwe digel hikûmeta federal bo dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Di vî warî de, em çaverê ne ku hikûmeta federal di çend rojên bê de hemû mafên darayî yên meha Cotmeh, Mijdar û Berçile bişîne, da ku di zûtirîn dem de mûçe bên dabeşkirin ku mixabin ji ber tedbîrên Wezareta Darayî ya Federal, her çend em niha di meha Berçile de ne û li navçeyên din ên Iraqê karmend mûçeya meha Berçile werdigirin, lê heya niha mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê yên mehên Cotmeh û Mijdarê wenegirtine. 

Encûmena Wezîran daxwaz ji Encûmena Wezîran kir ku li gorî madeya 60 ya yasaya bûdceya Iraqê, di civîna bê de ku biryar e sibe were lidarxistin, kêmasiya mûçeyan çareser bike.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşwaziyê li hemû hewlên li ser asta federal û herêmî ji bo çareserkirina pirsa mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîran Wezareta Darayî û Aborî raspard ku piştî hatina her pereyê din ji Bexdayê, yekser dest bi dabeşkirina mûçeyan bike.

Herwiha biryar e heftiya bê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şopandina pirsa sererastkirina bûdceya federalî û nexşeyên darayî yên girêdayî yasayê bo sala 2025an, serdana Bexdayê bike.

Di beşeke din a civînê de jî raporta Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf a li ser rewşa pêkhateyan û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran pabendbûna Herêma Kurdistanê bo parastin, berevanîkirin û pêşxistina mafên pêkhateyên olî û neteweyî û rewşa pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê tekez kir.

Back to top button