Hukumeta Kurdistanê avadibe
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec ragihand ku ew û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmetê lihev kirine.
Mihemed Ferec ji Tora Medyayî ya Rûdawê wê aşkere kir ku ew û PDK li ser pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftin.
Herwiha Ferec ragihan ku dê îro, 28.04.2014, rêkeftina li ser pêkanîna hikûmetê îmze bikin.
Berî niha Yekgirtû rijd bû li ser wê yekê ku li şûna Wezareta Elektrîkê wezareteke din bidênê.
Pişka Yekgirtû jî di hikûmetê de bi vî awayî ye: Wezareta Elektîrkê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Wezîrê Herêm bo hemahengî di navbera hikûmet û parlamentoyê de.
Roja 17ê mehê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran li ser avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin û derbarê vê yekê de rêkeftinek îmze kirin.
Li gorî rêkeftina ligel PDK, wê Gorran van postan bidestbixe: Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Serokatiya Desteya Berhemanînê û Beşdarî di saziyên din de ku paşê tê eşkerekirin.
Herwiha di heman rojê de, 17.04.2014, PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftinê.
Li gorî naveroka rêkeftinê, di kabîneya heştem de Wezareta Çandiniyê, Wezareta Jîngehê û encumenek dê bibe para Komelê.
Bi vî awayî tenê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li derveyî rêkftina pêkanîna hikûmetê ye heta niha û li gor agahiyan hê danûstanind navbera wan û PDK berdewamin bo vê mebestê.