FlaşPolîtîk

Huda Par: Divê doza lêborînê bê kirin û cihê ku lê hetîn weşartin bê eşkerekirin

Cîgirê Serokê HÜDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dinç di axaftina xwe ya di parlementoyê de got, “Di salvegera şehadeta wan de, ez Şêx Seîd Efendî û hemû hevalên wî bi rehmetê bi bîr tînim.”

Dinç Şêx Seîd bi bîr anî û got, “Divê ji bo neheqiyên ku hatine kirin lêborînek fermî bê xwestin û cihên veşartina wan bên eşkerekirin. Ev gav dê ji bo xurtkirina biratiya Kurd-Tirk bibin alîkar.”

Dinç diyar kir ku “Şêx Seîd alimekî mezin ê Îslamê, rêberê manewî yê bêkêmasî û rêberekî girîng bû ku ji bo bawerî, nasname û nirxên gelê xwe şer kir,” û wiha dewam kir, “Şêx Seîd, ku di kevneşopiya manewî ya Mevlana Halid-i Şehrezorî de mezin bû, li dijî zilm û neheqiyê sekinî û li dijî dagirkeriya Rûsyayê şer kir. Şêx Seîd û hevalên wî, ku ji aliyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin îdamkirin, tevî salên dirêj ên ku derbas bûne jî di bîra gel de dijîn.”

Divê lêborînek fermî bê xwestin.

Dînç diyar kir ku divê kampanyayên heqaret û îftirayê yên li dijî Şêx Seîd û hevalên wî bi dawî bibin û got, “Divê ji bo neheqiyên hatine kirin lêborînek fermî bê xwestin û cihên definkirina wan bên eşkerekirin. Ev gav dê ji bo xurtkirina biratiya Kurd-Tirk bibin alîkar. Di salvegera şehadeta wan de, ez Şêx Seîd Efendî, Şêx Abdullahê Melekanî, Şêx Şerîfê Palû, Salih Begê Xanî, Seyîd Ebdulkadîr Efendî û hemû hevalên wan bi rehmetê bi bîr tînim.”

Back to top button