Polîtîk

HUDA-PAR bi AKP re beşdarî hilbijartinên herêmî dibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu piştî hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re got: “Di prensîbê de ez dikarim bibêjim ku ji bo Tifaqa Gel bidome lihevkirina daxwaz û îradeyê heye”. Wî diyar kir ku ji bo muzakereyên hilbijartinên herêmî bi AK Partiyê re heyetek hevpar hat avakirin.

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê qebûl kir. Yapicioglu piştî ku hat Navenda Giştî ya AK Partiyê ji alî Serokê Giştî yê AK Partiyê ve hat pêşwazîkirin. 

Piştî civîna ku bi qasî saetekê dewam kir, Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li derve pirsên endamên çapemeniyê bersivand.

 Yapicioglu ji bo pirsa gelo di hevdîtinê de mijara tifaqa bi AK Partiyê re di hilbijartinên herêmî de hat rojevê yan na, wiha got: “Di derbarê hilbijartinên herêmî yên bên de em bi rojeva hilbijartinên herêmî hatin cem hev. Di prensîbê de ez dikarim bêjim ji bo berdewamiya Tifaqa Gel daxwaz û lihevkirinek îradî heye. Hevalên me wê di rojên pêş de vê yekê bikin. Ewê li ser hûrguliyan bixebitin. Piştî hûrgilî bên zanîn ger hewce bike emê ji raya giştî re daxuyaniyek nû bidin”. 

Back to top button