Li ser asta zanîngehên Kurdistanê îro yekemîn car beşa firokevaniyê li Koleja Endazyariya Zanîngeha Selahedîn hate vekirin.
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî vekirina wê beşê ragihand ku îro sêşem 17.11.2020 li rêwresmek da bi amadebûna Dr Mihemed Husên Nûnerê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Serokê Dezgeha Serpereştî û Piştrastiya Cûreya WPD Cewher Fetah Serokê Zanîngeha Selahedîn û hejmarek berpirsên din hate vekirin.
Cewher Fetah li rêwresmeke vekirina beşê da gotara Serokayetiya Zanîngeha Selahedîn xwend û ragihand: “Kompanya Huawei ku yek ji kompanyayên mezinê cîhanê ye, hizra vekirina vê navendê daye û li sala parve çendîn pêşbirkêyan encamdaye”.
Serokê Zanîngeha Selahedîn li gotarek da spasî wê kompanyayê kir ku amêrên network û keybilê dabînkiriye û ragihand: “Ji bo sala xwendina îsal, li beşa firokevaniyê hejmarek xwendekar werdigrin”.