
Ciwanekî Kurd ji xelkê navçeya Raniya ya başûrê Kurdistanê, li welatê Swêdê di bûyereke nediyar de hat kuştin.
Ciwanê bi navê Bilêse Umer Kiwêxa Sabîr li paytexta Swêdê bajarê Stokholmê hat kuştin û heta niha nasnameya kujerên wî ciwanî û hûrgiliyên li ser bûyerê nehatine eşkerekirin.
Bavê Bilêse, endamê berê yê Civata Tevgera Goran e û ew ciwan demek li bajarê Kobanî yê rojavayê Kurdistanê, ligel hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer kiribû.
Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, duh termê Bilêse li Hotel Sheraton a li bajarê Stokholmê hatibû dîtin.