Cîhan

HTŞ nêzikî bajarê Helebê dibe

Komên çekdar ên dijî rejîma Sûriyê bi hêzên rejîma Beşar Esed re şer dikin, kasi kîlometreyekê gihiştine derdora bajarê Helebê.

Pevçûnên destpêkê duh serê sibê li bejahiya rojavayê parêzgeha Helebê dest pê kir û tevahiya rojê berdewam kir.

Komên çekdar ên ku duh 32 gund û hinek xalên li rojavayê Helebê xistin bin kontrola xwe, îro li parêzgeha Heleb û Idlibê bi giştî 24 gund û nuqteyên din xistin bin kontrola xwe.

Li bejahiya rojavayê Helebê girê El Ragib, Çiyayê Kuptan, Girê Debbabat, bajarokê Encarê, Liva 46 û Kefer Besme, Basartun, Hur, Elkasimiye, cih û warên ku komên dijber ên rejîmê lê xistine bin kontrola xwe , Bele, Sellum, Kefer Bissin, Şeyh Akil, Hırderkal, Acemi, Ürumsugra, Uveycil, El Hüte, ⁠El Dab’a, ⁠Urum Elkübra, Bişantara, Bakdina, Cemiyet Elmaari, Cemiyet Ebu Amşe, ⁠Cemiyet Emin, Cemiyet Manahil, Cemiyet er Rıd⁠acum,Kenazernafer,Kanazînfer, Şêx Elî, Yaged Elades, Babîs, Kefer Naha, Arrade, Muhendişîn 2, Başkakatin, Zirbe, Mansura, Cemiyet, Er Rahhal, Şuun Elidara, Kemari, Îkarde, Elberkum, Miznaz, Keferdeal û Kefer Halepê ku ji aliyê stratejîk ve girîng e. Ev herêm berê di bin kontrola rejîma Esad de bûn.

Komên dij rejimê bi kîlometreyekê nêzî derdora bajarê Helebê bûn û qadeke bi qasî 400 kîlometre çargoşe kontirol kirin û di saetên sibê de jî bi balafirên bêpîlot êrîşî balafirgeha Neyrap a leşkerî ya Helebê kirin û helîkopterek îmha kirin.


Li gorî nûçeya Ajansa Tasnîmê ya nîvfermî ya Îranê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Artêşa Pasdarên Şoreşê re jî tê naskirin, Tûggeneral Keyumers Purhaşimî ku weke “şêwirmendê leşkerî” dihat binavkirin, di êrîşa komên cîhadî de li nêzî Helebê jiyana xwe ji dest da. .

Di nûçeyê de derbarê erkên leşkerî yên Purhaşîmî de ti agahî nehatin dayîn.


Wezareta Parastinê ya Tirkiye di daxûyaniyekî di derbarê şerê li Suriye destpêkirî de dibêje: “Em şerê ku ji aliyê hin komên herêmî ve li herêmê hatiye destpêkirin û geşedanên têkildarî wê ji nêz ve dişopînin. “Me her cure tedbîr ji bo leşkerên xwe girtine û em berdewam ewlehiya xwe misoger dikin.”

Back to top button