Civak

HSK ji bo alîkariyên Rojava serdana DXB kir

Rêkefta 30/01/2020 şandekî Heyva Sora Kurdî(HSK) ya Rojavayê Kurdistanê bi mebesta spas kirin û rêzlênana li hewl û wan hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye, serdana dezgehê kirin.

Li vê serdanê da şanda Heyva Sora Kurdî spasnameyek pêşkêşî birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û birêz Musa Ehmed kar û çalakiyên Heyva Sora Kurdî li xizmeta mirovî de bilind nirxand.

Hêjayî gotinêye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heta niha 7 barhilgirên karwanên alîkariyê şandiye Rojavayê Kurdistanê.

 

Back to top button