Polîtîk

HSD hana xwe digihîne Şamê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji rejima Esad dixwaze ku bila xeseriya Bakurê Suriye qebûl bike.

Li Hesîça civîna salane ya HSDê bi beşdariya YGP, YPJ, Ceyş Siwar, Lîwaya Şemal a Demokratîk, Eniya Kurdan, Encumena Suryanî ya Leşkerî, Senadîd birêve diçe.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlum Ebdî di gotarekê de bang li Şamê kir, çareseriyeke guncaw ji rewşa bakûrê Sûriyê û doza Kurdî re bibîne û li Rêveberiya Xweser, HSD û mafên gelê Kurd di çarçova Sûriyeya piralî û yekgirtî de mikur were.

Mezlûm Ebdî ragihand, gefên Tirkiyê li dijî HSDê û dagîrkirina Efrînê, bandoreke xirab li şerê li dijî DAIŞê kiriye. Hevpeymaniya Navdewletî jî hewl dide bi Tirkiyê re bigihê rêkeftinê.

Ebdî her wiha da xuyakirin, HSDê bi hemû karînên xwe hewl dide kedên bi serperiştiya Amerîka bi Tirkiyê re tên kirin, biser bixe, rêkeftineke destpêkê jî derbarê bicîhkirina ewlehî û aramiyê li ser sînorê Tirkiyê heye.

 

Back to top button