Cîhan

HPK li Stockholmê civîya

Hewldana Partîyek Kurdistanî piştî civînên li Batmanê û bajarê Wanê, di 15.12.2013an de li bajarê Stockholm a pêytexta Swêdê jî civînek e sohbet, nasandin û pişgiriyê  li dar xist. Beşdarên civînê ji gelek kadirên pêşketî yên Kurdistanî bûn. Civîn 4 seetan di çarçoveyek pir paş û coş de derbas bû. Beşdarvanên civînê bi vê projeya avakirina partîyek Kurdistanî keyf xweşî û serbilindîya xwe diyar kirin. Herwiha piştgirî û cîgirtina di nav hewldanê de anîn ser zimên.

Ciyê keyfxweşîyê ye, gelek kesên go heqê axaftinê daxwaza kirin, bi erînî li beşdarbûna di nav xebata avakirina partîyek Kurdistanî de cih girtinê bi dilfirehî anîn ser zimên. Divê em bi serbindî ji temamê terefgirên xwe re bêjin ku, bayê xebata Kurdistanî bi pişgiriya we Kurdistaniya berê xwe daya ber pêla azadiyê û bi vê piştgiriya we Kurdistaniya îcar berevajî berê, wê Kurdistanî  xwe ji siyaseta Tirkiyatîyê dûr bixin û xurt kirina  refên xebata Kurdistanî ji xwe re bikin armanca sereke.

Di vê dema ku tevgera azadîxwaza gelê Kurd dikeve bin bandor û rêveberîya Tirk û kesên Tirkîyeperest de, Kurdên welatperwer û Kurdperwer divê xwe li hev kom bikin, di nav refê tevgerek Kurdistanî de bên cem hev, li keda xwe xwedî derkevin û ew nirxên ku bi xwîna hezaran keç û xortên Kurd hatine bidestxistin heba nebin û nekevin bin xizmeta siyaset û îdeolojîya dagîrkerên Kurdistanê.

Em wek HPK bi dilfirehî tînin ser zimên ku, em amadene bi temamê Kurdistanîyan re di bin sîwana Hewldana Partiyek Kurdistanî de kar bikin.

Gelî Kurdistanîyan, werin em bi hevre mafê welatê xwe yê rewa bidestxin. Werin em bi hevre ala Kurdistanê li asîmanan bidin pêlandin. Werin em bi hevre pêşeroja gelê Kurdistanê ava bikin.
Bila serkeftin a Kurd û Kurdistanîyan be.

Back to top button