Hoşyar Zêbarî em qerzdarê Îdris Barzanî ne

Hoşyar Zêbarî Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li 33 saliya salvegera bîranîna Îdrîs Barzanî de, li Selaheddîn gotarek pêşkêş kir û behsa bîranînên xwe yên li Îdrîs Barzanî û rola wî ya li rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de bilind nirxand.
Li 33 saliya salvegera koça dawiya Îdrîs Barzanî de, li piraniya Bajar û Bajarokên Kurdistanê bi minasebeta 33 salemîn salvegera Şehadeta têkoşerê nemir yê gelê kurd, Îdrîs Barzani merasim û çalakiyên curbicur têne li darxistin.
Di van merasim û çalakiyan de ku, ji aliyê şax û saziyên Partiya Demokrata Kurdistanê ve têne amadekirin, rêheval û dost û hevsengerên rehmetî kak Îdrîs hertim zindî di derbarê jiyan, kar, têkoşîn û xebata nemir de çendîn peyv û gotarên curbicur pêşkêş dikin.
Hoşyar Zêbarî li Selaheddîn gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de ev yek eşkerekirin ku, rehmetî kak Îdrîs Barzaniyê hertim sax ji bilî ku, pêşmergeyeke qehreman ya rêbaza Kurdayetî bûye hevdem Serok û Serkirdeyeke jêhatî û ciwamêr û dilsoz bûye bo Gel û welatê xwe.
Her wiha Zêbarî di nava wan peyv û gotara xwe de behsa moral û asta bilind ya xweragirî û berxwedêriya rehmetî kak Îdrîs jî kir û rehmetî bi berxwedêreke mezin û qehremanek bêhempa wesif kir.
Her wiha Zêbarî got: Keseyatî û rolê Îdrîs Barzanî di şoreşa gelê Kurdistanê de gelek mezin e û taybetî di dema xwe de ji bo yekitiya di nava Tevgera kurd û nasandina pirsa kurd di qada navnetewî de rolê Îdris Barzanî her demî gelek bilind tê nirxandin..
Di 33 saliya salvegera şehadeta tekoşerê her tim zindî de em wî bi rêz bîrtînin.