Cîhan

Hollandî îro li ser sindoqan e

Hollanda îro diçe hilbijartinê. Gelo wê Geert Wilders ê dijberê biyaniyan, Dîlan Açikgoz a Dersimî yan jî zavayê Mêrdîniyan Pieter Omtzigt bibe serokwezîr?

Li Hollandayê, piştî ku hikûmet ji ber lihevnekirina plana penaberî û koçberiyê ket, biryara hilbijartinên pêşwext hat dayîn. Îro 13,6 mîlyon hilbijêr diçin ser sindoqan.

Sê namzetên hilbijartinê hene: Geert Wilders ê rastgir, ku bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Tirkiyê tê naskirin, Dîlan Yeşîlgoz a Kurda Dersimê û Pieter Omtzigt ku zavayê Mêrdîniyan e û hevjîna wî Ayfer Koç ji Mêrdînê ye.

Di hilbijartinên herî krîtîk ên salên dawî de, Wezîra Ewlekarî û Dadê ya Kurd Dîlan Yeşîlgoz jî dibe ku bibe yekemîn serokwezîra jin a welêt. Bi îhtimalek mezin vebijarka koalîsyonê ya 4 partiyan ji sindoqan derkeve.

Di hilbijartinên ku wê li 250 taxan saet di navbera 07:30-21:00 de bên kirin, hilbijartina hilbijêrên bêbiryar wê bi giranî diyarker be. Nêzîkî 40 ji sedî ji hilbijêrên Hollandî ragihandin ku di roja dawî de bê biryar in.

Ger encamên hilbijartinan, ku wê îro nîvê şevê bi giranî bi dawî bibin, li gor anketan be, dibe ku Dîlan Yeşîlgoz a Kurd bibe serokwezîra jin a yekem a Hollandayê.

Li gor anketên raya giştî 4 partî ji bo rêza yekem hevrikiyê dikin. Hevkarê sereke yê hikûmetê, Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD), bi serokatiya Dilan Yeşilgöz, xuya dike ku bi ferqek kêm li pêş e.

Back to top button