Cîhan

Holenda: Kirîza siyasî û însanî a Suriyeyê

 

 

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi beşdarîkirin di semînarekê de ku, ji aliyê wezareta derve a holendî ve hatibû amade kirin, serdana xwe a bo Holendayê bidawî anî. 

Di semînarê de ku, zêdetie ji 300 kesayetî, diplomatkar, lêkolerên siyasî û sefîrê Îraqê yê Holendayê amade bûn, Felah Mistefa behsa wan qonaxan yên ku, ji piştî herhildana gelê kurd heta nuha li herêma Kurdistanê tê de derbas bûye, kir. Mistefa behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê û ew astengiyên dikevin pêşiya pirosesa siyasî û demokratîk li Îraqê û sewyeya têkeliyên herêma Kurdistanê bi dewlatên cîran, herêmî û cîhanî re kir û îşaret bi pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got ku, ew pirs divê li gor destûra Îraqê bên çareserkirin. 

Mistefa di semînarê de behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê geşepêdana sektora abori, bazirganî û baştirkirina jiyana hevwelatiyan kir. 

Di mijareke din de, Mistefa behsa bûyerên meydana siyasiya Rojhilata Navîn kir û bi taybetî behsa kirîza siyasî û însanî a Suriyeyê û tesîra aloziyên Suriyeyê li ser deverê kir. Mistefa tekîd li ser herwesata hikûmeta Kurdistanê kir ku, hemû gelên surî di Suriyeyeke nûde azad bijîn û gelê kurd jî li Suriyeyê bi mafên xwe yên netewî şad bibe. 

Mekanîzma têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên ewropî û bi tyabetî Holendayê mijareke din a semîdarê bû û Mistefa got ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe zêdetir pêş bixe bi awayekî ku di berjewendiya giştî de bin 

Weke tê zanîn ev yekem care mezine berpirsekî herêma Kurdistanê serdana Holendayê dike. 

 

 

Back to top button