CîhanRojev

Hişyar Zêbarî bû berbijêrê serokkomarê Iraqê

Endamê Polîtburoya PDKê Hişyar Zêbarî, berbijêriya xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihand.

Endamê Polîtburoya PDKê Hişyar Zêbarî da xûyakirin ku ew ji bo postê serokkomariya Iraqê berbijêr e û forma berbijêrbûnê radestî parlementoya Iraqê kir.i

Roja Duşemê, parlementoya Iraqê qonaxa xweberbijêrkirina posta serokomariyêdestpêkir û  6 merc ji bo wan kesan danîn ku dixwazin bibin berbijêrên postê serokomariya Iraqê.

Parlamentoya Iraqê divê di nava mehekê de deng li ser berbijêran bide û serokomarê nû diyar bike. Serokomar jî dê erkê pêkanîna kabîneya hikûmetê bide berbijêrê serokwezîriyê yê ku ji aliyê Şîeyan ve hatiye diyarkirin û ew berbijêr jî divê di nava mehekê de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Hişyar Zêbarî

Hişyar Mehmûd Mihemed Zêbarî roja 2ê Çileya 1953an ji dayîk bû. Sala 1976an bawernameya Zanistên Siyasî li Zanîngeha Urdinê ya li Emmanê wergirt û master jî di warê civaknasiyê de li zanîngeha Essex a Brîtanyayê temam kir.

Zêbarî ji 8ê Îlona 2014an ta 21ê Îlona 2016an Wezîrê Darayî yê Iraqê bû û berî wê jî di herdu xulên hilbijartinê yên 2006 û 2010an de Wezîrê Derve yê Iraqê bû. Hoşyar Zêbarî niha endamê Polîtburoya PDKê ye.

Back to top button