Hisên: Dema serdana serok bo Îranê nehatiye diyar kirin
Serokê dîwana serokayetiya herêma Kudistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku, pirsa serdana fermiya serokê Kurdistanê ya bo Komara Îslamiya Îranê hatiye guftûgokirin, lê belê dema serdanê heta niha nehatiye diyar kirin û di demek minasib de dê serok Barzanî serdana Îranê bike.
Duhî sêşemiyê 06/09/2011ê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxûyaniyeke taybet de ji bo malpera fermiya serokatiya herêma Kurdistanê ragihand sebaret bi serdana serokê Kurdistanê bo Îranê got:
– Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî serdana Komara Îslamiya Îranê dike, lê belê heta niha dema serdanê nehatiye diyar kirin û di demeke minasib de serok Barzanî dê serdana Îranê bike û hîngê dê dema serdanê ji mediyayê re bê eşkere kirin-
Hisên her wiha eşkere kir ku ew vexwendina fermiya Komara Îslamiya Îran ev demeke gihîştiye serok Barzanî ji bo ku serdana Tehranê bike.