Hinek siyasetmedar dixwazin hilbijartinên Kerkûkê paş bêxin
Li gora vê nûçeya radiyoya Dicle endamê PDK Necat Hesen daye xuyakirin, ku biryara li paşxistina hilbijartinên meclisa Kerkûkê, ne li gora daxwaza xelkê bû û hemû xelkên Kerkûkê dixwazin, ku ev hilbijartin bêne encamdan.
Necat Hesen weha jî da xuyakirin, ku li paşxistina hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê hişt, ku rêvebirîya vê parêzgehê nikaribe baş xebata xwe bike.
Endamê encumenê siyasiya meclisa Kerkûkê yê Ereb Xalid Elmifrecî jî da xuyakirin, ku li paşxistina hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bandorek negatîv li rewşa ewledarîyê û rewşa siyasîya bajarê Kerkûkê kir.
Serokê Partîya Dadwerîyê ya Turkmanî Enwer Beyreqdar jî daxwaz kir, ku gerek komîteyek wek komîteya maddeya 23-ê, bête damezirandin, da ku berî encamdana hilbijartinên meclisa Kerkûkê, lêkolîn di derbarê rastîyan de bêne encamdan.