Cîhan

Hillary Clinton bala Surî kişand

Wezîra derveya Amerîka Hillary Clinton daxwaz ji hukûmeta Sûrîye kir xwe ji dewleta Îranê bi dûr bigre û herweha alîkarîya rêxistina Hizbûllaha Libnanî jî neke. Wezîra derveya Amerîka Hillary Clinton di demekî de ev daxwaz ji Sûrîye kir ku serokê komara islamîya Îranê Mehmûd Ehmedînejad serdana Sûrî dike.
Di serdana xwe Sûrîy de, serokkomarê Îranê li gel berpirsên bilindên Hizbillaha Libnanî û berpirsên û bizava Hamasê re kombûn pêkanîn. Ji alîyekî din ve piştî ku peywendîyên Amerîka û Sûrîye hatibûn rawestandin dê di evan demên nêzîk de Amerîka Balyozê xwe ber bi Dimişqê ve bişîne.

Back to top button