Nivîsar

Hilbijartina Stanbulê û du rûtiye CHPê

Hilbijartinên şeredariya bajarê mezin a Stanbulê hêja cihê gotubêjê ye. AKPê ji bo hilbijartin bêne nûkirin serî li Dezgehê Bilind a Hilbijartinê(YAK) daye. Dezgehê Hilbijartinê hinek biryarên demikî girtine lê hêja biryara dawî nedaye. Gelek aliyên siyasî didin xûyakirin ku, hêja ihtimala ku YSK hilbijartinên Stanbulê iptal bike heye. Lê CHP li himber vê yekê bi tundî derdikeve.

Lê dîroka siyasî ya Tirkiye di vê derbarê de jî durûtiya CHPê dertêxe holê. Ji ber ku ji berî niha ji bo ku sedemên AKPê îtiraz kirî û daxwaza îptalkirina hilbijartina dike, sala 2002ê di hilbijartinên giştî de ji heman sedemê îtiraz kir û pişgirya CHPê ev yek ji aliyê YSK ve hate pejirandin.

Sala 2002ê hilbijartinên parlementoya Tirkiye çêbûn. Tayib Erdogan serokê AKPê bû. Lê ji bo ceza xaribû û ketibû girtigehê de nikariya bibe berbijêr. Di hilbijartinan de nebû berbijêr. Hilbijartinan de AKP serkeftina xwe ya yekemin destve anî û Abdulah Gul bû serokwezîr.
Lê dema pêvajoya cezayê Erdogan dawî hat AKPê û CHPê li gel hevûdin çareseriyekî geriyan. Li hevhatinek navbera AKPê û CHPê de çêbû. AKPê bi pişgiriya CHPê û encama li hevhatinek nehînî daxwaz kirin ku hilbijartina bajarê Sêrtê bê Îptal kirin.
Hilbijartinan de AKPê parlementerek , CHPê yek û serbixwe jî yek hatibû hilbijartin. DEHAPê tu parlementer destve neanîbûn. Dr. Ekrem Bilek ji CHP hatibû hilbijartin û bibû parlementer. Lê CHPê ew parlementerê xwe da aliyekî ji bo Erdogan bikeve parlementoyê de kar kir.

Li Sêrtê hilbijartin hatin nû kirin. Tayib Erdogan bû berbijêrê AKPê û Dr. Ekrem Bilek jî bû berbijêrê CHPê. Lê CHPê pişgiriya pêwist ji berbijêrê xwe re nekir. Herweha PKK/DEHAP ji bo pişgiriyê bide Erdogan xwe da aliyekî û tu berbijêr nîşan nedan.
Hilbijartina hatî nû kirin de, AKP, CHP, PKK/DEHAP û hemû partî û aliyên siyasî li dijê berbijêrê CHPê bûn yek û 3 parlementer jî AKPê destve anî û Erdogan bû parlementer. Piştre jî Abdullah Gul îstifa kir û Erdogan bû serokwezîr.

Heta niha jî serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Me rêya serokatiyê ji Erdogan re vekir.
Tişta ku CHP sala 2002ê kirî , îro dubare bibe herkes dikare rexne bike û vê yekê li gora xwe çirove bike. Lê dema CHPê behsa heman pirsê bike, divê hinek helwesta CHPê ya 2002ê li Sêrtê bînê bîra Kiliçdaroglu bi xwe.

Nûçe/Analîz

Back to top button