Hilbijartina rêberê olî yê Îranê…?

Piştî kuştina Elî Xameneyî, di roja yekem a şer de, encûmenek ji sê endaman wekî encûmena serokatiyê ya demkî hate damezrandin da ku erkên serok bicîh bîne, lê encûmen ne xwediyê hemî desthilatên serok e.
Pirsa hilbijartina serokekî “di zûtirîn dem de û ji bo derbaskirina rewşa şer” niha wekî meseleya herî girîng a navxweyî ya Îranê tê hesibandin.
Endamekî serokatiya Encumena Pisporên Serokatiyê ya Îranê dibêje ku, serokekî nû hîn nehatiye hilbijartin, lê encûmen li ser tayînkirina wî dixebite û dibe ku di demek nêzîk de bigihîje biryarek dawî.
Mohsen Qumî, endamê serokatiya Encumena Pisporên Serokatiyê ya Îranê, roja Pêncşemê got, “Pêvajoya hilbijartina serokekî nû nêzîkî temambûnê ye.” Ew her wiha dibêje ku her tiştê ku heta niha hatiye weşandin ne rast e û li ser gumanan e, ne li ser agahiyan.
Sadiq Larîcanî, serokê Lijneya Diyarkirina Berjewendiyên Îranê, di hevpeyvînekê de bi medyaya Îranê re got ku rêberê nû hîn nehatiye hilbijartin.
Larîcanî got, “Li gorî destûrê, divê rêber di zûtirîn dem de were hilbijartin, lê niha ku şer heye, zûtirîn dem tê wateya her dem ku lijneya pisporan bicive û biryar bide.”
Medyaya Pasdarên Şoreşê berê ragihandibû, “Civîna Lijneya Pisporên Rêberê Bilind dibe ku ji ber rewşa şer bi awayekî normal neyê lidarxistin.”
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku hejmarek dezgehên medyayê yên li çaraliyê cîhanê ragihandin ku Mojteba Xameneyî, kurê Elî Xameneyî, ji aliyê Lijneya Pisporên Rêbertiyê ve wekî rêberê sêyemîn ê Komara Îslamî ya Îranê hatiye hilbijartin.
Bi salan e gotegot hene ku Xameneyî ji bo cîgirtina bavê xwe tê amadekirin, lê çarenûsa wî ji destpêka şer ve ne diyar e.
Lijneya Pisporên Rêbertiyê hîn navên kesên ku dê ji bo posta rêberê Komara Îslamî ya Îranê werin nirxandin eşkere nekiriye. Her wiha ne diyar e ku dê çend nav werin nîqaşkirin.
Di demekê de ku hilbijartina rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê germ dibe, muhafezekar daxwaza pabendbûna bi biryara Konseya Pisporên Rêbertiyê dikin, di heman demê de hin kesên wek liberal têna nasandin daxwaza kesekî ku ji bo hemî aliyan qebûl be dikin.
“Paşeroja Komara Îslamî bi hilbijartina rêberek sêyemîn ve girêdayî ye,” Mehmûd Vaezî, serokê buroya siyasî ya Partiya Muhafazakar û Geşepêdanê û nêzîkî Serokkomarê berê Hesen Rûhanî di axavtineka xwe de dibêje:
“Divê rêberek were hilbijartin ku her kes li ser wê li hev bike, ku bikaribe valahiya di navbera gel û desthilatdaran de tijî bike û ku bikaribe Îranê ji vê krîzê rizgar bike,”
Berdevkê Konseya Diyarkirina Berjewendiyên Îranê (IDC) Mohsen Dehnavi roja Pêncşemê got ku welêt biryar daye ku desthilata ragihandina şer, agirbest û destnîşankirina berpirsên leşkerî yên payebilind ji bo konseya rêbertiya demkî bide.
Li gorî destûra bingehîn a Îranê, biryarên li ser van mijaran ne tenê di çarçoveya desthilata konseya rêbertiya demkî de ne û divê ji hêla sê çaran endamên Konseya Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ve werin dengdan.
Konseya Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê 44 endam hene. 35 ji wan bi wî re ne.


