Nivîsar

Hilbijartina Parlementoya Ewropayê û kurd

           
28 welatên Ewropayê, anku 400 milyon kes di 22-25 gulanê de ji bo hilbijartina 751 qandîdatên Parlamantoya Ewropayê diçin ser sindoqê.

Hejmara kandîdatên welatên endam, li gorî nifûsa wê dewletê tê diyarkirin. Li ser vê bingehê, Almanya 96, Fransa 74, Îtalya 73, Ingîlîztan 73, Ispanya 54, Polonya 51, Romanya 32 û Holanda 26 nûnerên xwe hene. Ji ber ku hejmara xelkê li van welatan bêhtir e, nûnerên xwe ji welatên din zêdetir in. Nifûsa Malta (6), Luksemburg (6), Kibris (6) û Estonyayê (6) hindiktir e. Lewma hejmara kandîdatên wan kêmtir in.
Piştî hilbijartinan, xebata parlamentoyê, bi hevkariya komên siyasî ku nêzî hev difikirin dest pê dike. Di vê çarçoveyê de, di meha Hazîranê de parlementerên nû dicivin û komên siyasî ava dikin. Komên di parlementoyê de hene ev in: GUE/NGL Hêzên Çep, SD Sosyal Demokrat, EFA Hêza Keskan, ALDE Yekîtiya Demokrat û Lîberalan, EPP Partiya Gel, GL Bêalî, ECR Konservatîv û Reformîst, EFD Azadî û Demokratî.
Di 14-17 tîrmeh ê de Serokê Komîsyona Ewropayê tê hilbijartin. Di îlon û cotmehê de endamên komîsyonan têne pêşniyazkirin. Di cotmehê de komîsyon têne pejirandin.
Polîtîka hevbeş ya Yekîtiya Ewropayê bi rêya biryar û qanûnên pêk tê. ‘Konseya Wezîran ya Ewropayê’ rejîmên welatên endam temsîl dike. Parlemento jî nûnertiya xelkê dike. Bi hevkariya herdu rêkxirawan, li ser pirsên xweza, xwarin û vexwarin, çandinî û ziret, penaber û ekonomiyê niqaş tên kirin, biryar û qanûn formên xwe distînin. Herdu alî li ser peymanên navnetewî jî diaxifin û dighêjin dîtinekî. Li ser pirsên polîtîka derve û ewlekariyê, berî ku Konsey biryarê bide, Parlemento dîtina xwe dihêne zimên.
Navenda Parlementoya Ewropayê li Strasbourg ê ye, lê liqek xwe li Brûkselê jî heye. Nêzî 20 komîsyonên yekîtiyê, gelek caran dicivin û li ser qanûn û pêşketinên nû dixebitin.

Kurdên Ewropî
Hejmara Kurdên Ewropî herku diçe zêde dibe. Qala 2-3 milyon kurd tê kirin. Gelek ji wan bûne hemwelatî. Bi taybetî ji neslê nû gelek kes piştî xwendina bilind, ji awira meslekî û polîtîk ve hatine maqamên bilind. Hejmarek bi karê bazirganî, anku ticaretê mijûl in. Sermaya kurdan mezin dibe û ji aliyê aborî ve dibin hêz. 
Hejmarek baş endamên partiyên polîtîk in. Çalak in û rêvebiriya partiyan dikin, şaredar in û hinek ji wan jî parlementer in. Divê em hejmara wan zêdetir bikin. Tesîrên piralî li siyaseta welatên Yekîtiya Ewropayê bikin. Pêwîstiya me bi xweorganîzekirin û programek hevbeş heye. Her çiqasî hêzên siyasî û rêkxirawên cewaz yê kurda li Ewropayê bi giringiya mijarê zanîbin jî, li ser formulan zêde kur nebûne û programek giştî pêk nehatiye.
Qonaxa îro ji gelek aliyan alîgirê kurda ye. Kurd li her çar aliyê Kurdistanê xwe organîze dikin û dighêjin encamên baştir. Divê em, li derveyî welêt, li deverên koloniyên kurdan hene jî xwe bighêjînin hev. Bibin hêz û bi deng, meslek û sermaya xwe tesîrê bikin.

Hejmara kurdên li Ewropayê 2-3 milyon in. Ji aliyê bazirganî û siyasî dikarin bibin hêzek mezin û bandorê li ticaret û siyaseta Yekîtiya Ewropayê bikin. Rê eşkere û vekirî ye. Divê em roja hilbijartina herin ser sindoqan û dengê xwe bidin nûnerên kurd. Ji welatên cewaz parlementerên xwe bişînin Brukselê. Bi hevkariya dostên xwe, bandorê li polîtîka yekîtiyê bikin û ji bo mafê xwe xebatê bikin.

Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de ne ji aliyê îdelojîk û hizren teng, lê ji awira berjewendiyên netewî nêzî pirsê bibin û dengê xwe bidin kandîdatên ji nijada xwe. Da ku ew bibin zimanê gelê kurd û ji bo dermankirina brîna me hewildan û karên pêwîst bikin.
Di vê çarçoveyê de 25 ê gulanê li Swêdê jî hilbijartin pêk tê. Hejmarek kandîdatên kurd ji aliyê partiyên siyasî ve hatine nîşandan. Ez 4 kesan ji wan nas dikim û pê bawer im ku dema ew bêne hilbijartin dê karên baş bikin. Rica min ji kurdên Swêdê ew e ku herin sindiqê û dengên xwe bidin xwe, bidin kandîdatên kurd:

Şukri Demir (Folk Partiet)
Jabar Amin (Miljö Partiet)
Kurdo Baksi (Miljö Partiet)
Evin İncir (S)

Gelek spas ji bo helwêsta we. Di xweşiyê de bimînin. Stockholm, 23 gulan 2014

Zarathustra Gabar ÇIYAN
Rojnamevan/ Edîtorê EuroKurd News ê
û xebatkarê mafê mirovan

Back to top button