Hevpeyvîn

Divê Hikumeta Erdogan Netewa Kurda nas bike

Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

Rojnamevan-Nivîskarê nasdar Kurdo Baksî li Swêdê bi xebatên yên mafê mirovan û niqaşên polîtîk li ser mijarên balkêş tê nasîn. Siyasetvanek wêrek e. Di TV, radyo û rojnameyan de beşdarî niqaşên giring dibe. Wî hejmarek pirtûk nivîsî ne û berhemên wî hatine wergerandin û li cîhanê belav bûne.

Kurdo Baksî endamê Partiya Keska (Miljö Partiet) ya Swêdê ye. Partiya wî di hilbijartina Parlementoya Ewropayê de wî weke kandîdat nîşan da. Em bi Baksî re li ser mijarên cewaz axifîn. Me bersivên balkêş girt. Em hevpeyvîna pê re parvedikin.

– Xwe bi kinahî bide nasîn: Kurdo Baksî kî ye, xwendin, kar, xebata di partiyê de…
Kurdo Baksî: Ez sala 1965 an li Batmanê hatime dinyayê.
Sala 1980 î tevî malbata xwe hatime Swêdê. Di 1989 de beşa îdarî (rêvebirin) û siyasetê li Unîversîteya Stockholmê qedandîye û herwisa min rojnamevanî jî xwendiye.
30 sal in ku karê rojnamevanîyê dikim û li rojnameyên Swêdê yên heri mezin de dinivîsim. Her weha li hin malperên kurdî de jî nivîsên min yên kurdî belav dibin. 
7 pirtûkên min çap bûne, li dinyayê bi zimanê cewaz hatine belavkirin. Pirtûka min a dawîyê “Hevalê min Stieg Larsson” bi 10 zimanan, li 22 welatan çap bû û li Emeriqayê bala gelek kesan kişand û bû cihê niqaşê.

– Li Ewropayê qala 2-3 milyon kurd tê kirin. Lê em li Parlementoya Ewropayê nikarin bibin xwedî deng û nûner. Çima?

Kurdo Baksî: Ji ber kû lobî û dîplomasiya Kurdan qels e û stratejiyekî muşterek di nav Kurdan li diasporayê pêk nehatiye. Li welatên wekî Elmanya, Fransa, Hollanda û Swêdê gelek Kurd dijîn. Di partiyên cewaz de, hinek çep, hinek liberal, hinek jî sosyal demokrat in. Li hemu welatan partiyen cuda hene û di nav Kurdan de jî wisaye. Dema kurdên kû kapasîta wan ji bo diplomasî û lobiyê ne xurt, rê li ber kurden zîrek negirin dê rewş cûda bibe. Wextê Kurd alikariya hev bikin dikarin 10 parlamenteran bişeynin Parlamentoya Ewrupayê. Her parlamenterek dikare bi mecalên yekîtiyê 4 burakratan bigire kar. Ango, 50 kes dikarin maaş û îmkanan ji bo Pirsa Kurd ji Yekitiya Ewrupayê bigrin. Wê demê dê Mesela Kurd bigihêje platformen mezin. Bi vê yekê dê Tirkiye, Iran, Iraq û Sûri bilerizin. Hevidarim ez rojekî wî tiştî bibînim.

– Nêzîkbûna partiya te li Pirsa Kurd û çareseriya wê çi ye?

Kurdo Baksî: Li gor min perspektîfa partiya min (Miljöpartiet) ji bo Kurdan ya herî baş e. Partiya me dibêje kû, divê 40 milyon Kurd biryara xwe bixwe tayîn bikin. Di dîroke her tim welatên zalim biryar li ser qedera Kurdan dane. Partiya min dixwaze, Kurd biryara pêşeroja xwe bi xwe bidin. Sosyal demokrat dijî welatekî serbixwe ji bo Kurdan in. Le hamû partiyen Jingeh (Hawirdor/Kesk) li Ewropa û li cihanê piştgiriya Kurdistanekî azad dikin. Ev ji bo min sedemek giring bû ku tevlî xebata partiyê bibim û li ser pirsa Kurd û Kurdistanê kur bixebitim.

– Nêzîkbûna te li endambûna Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê çi ye? Qonaxa aştiyê li Turkiyê çima berepêş naçe?

Kurdo Baksî: Ez ne li dijî endambûna Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê me. Dewleta Tirkiye di dawiya 2005 an de gavek erênî, bi dilê Yekitiya Ewrupayê avet. Lê divê bê gotin ku, cewaziya hukemeta Erdogan û hikumetên berê zêde tûne ye. Heta kû Tirkiye Netewa Kurd di Yaseya bingehin (anayasa) de nas neke, rojnemevanan ji zindanan dernexîne, qetliama Ermeniyan qebul neke û isgalkirina Qibris e bi dawî nehêne, Yekîtiya Ewrupa deriye xwe zûbizû venake. Divê Kurd bi Nasnameya Kurdî bikevin Yekîtia Ewrupa, ne kû bi nasnama Tirka.

– Çi kêmasiyên Yekîtiya Ewropayê hene û tu dixwaze çi bike?

Kurdo Baksî: Ji % 11 Ewropî dibejin kû, ew dê dengên xwe bidin partiyên nijadperest. Sedema wê ew e kû Yekîtiya Ewrupayê di warê entegrasyon û karpeydakirinê de gelek sist e. Her wisa Yekîtiya Ewrupayê sinorên legal ji bo penaberan girtiye. Ew xelet e. Rewsa Sûriyê diyar dike kû mirov carna mecbûr dibe ji welate xwe baz bide, derkeve. Divê Yekîtiya Ewrupayê alîkariya penaberan bike da ku di Behra Spî de nexeniqin.

EuroKurd News- Stockholm

Back to top button