Polîtîk
Hilbijartin wê di dema xwe de bê kirin
Serokê MHPê der barê gotubêjên hilbijartinên pêşwext de got: “Hilbijartin wê di wextê xwe de bên kirin.”
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) daxuyaniyeke nivîskî da.
Bahçelî got, “Di demeke nêz de wê çek bên binaxkirin û perdeya siyaseta berfireh û demokratîk bê vekirin û ti carî neyê girtin.”
Serokê Giştî yê MHPê got : “Divê ev zêdetir neyê dirêjkirin” û got, “Di vê qonaxê de bijardeya herî maqûl û adil ew e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û li ser banga 27’ê Sibatê ya Îmraliyê pêvajoya hilweşandina rêxistinê temam bike û çekan radestî Komara Tirkiyeyê bike.”
Bahçelî ku derî li ser nîqaşên hilbijartinên pêşwext jî girt got, “Hilbijartin wê di dema xwe de bê kirin.”