Polîtîk

Hilbijartin di meha Nîsan a 2023ê de ne!

Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî duh li Beştepeyê hatin ba hev. Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî 45 deqeyan dewam kir. Dema Bahçelî 99 gul dan Erdogan, Erdogan ji Serokê MHPê yê ku di 1ê Çileyê de rojbûna wî ye, kekê rojbûna ku 3 fîgurên heyvê li ser bû diyarî kir.

Rojnemevan Bariş Yarkadaş di bernameya ku beşdarî TV100ê bû de agahiyên paşperdê yên nehînî eşkere kirin û îdia kir kû, Erdogan û Bahçelî di hevdîtinê de li ser roja ku hilbijartin bêne kirin axivîn û 9ê Nîsana 2023ê çêkirina hilbijartina di rojevê de ye.

Yarkadaş diyar kir ku piştî hevdîtina Erdogan û Bahçelî bi berpirsên AK Partiyê re hevdîtin pêk anîn û wiha got: “Îro min telefonî hinek kesayetên ku di nava AK Partiyê de ne kir. Ji berî hevdîtinê ez li gelwan axivîm û herweha piştî hevdîtina Erdogan û Bahçelî cardin ez li van geriyam.

AK Partiyên ku beriya hevdîtina Erdogan û Bahçelî nas dikim û piştî hevdîtina Erdogan û Bahçelî re geriyam û ji wan re hatiye gotin ku dê hilbijartin di roja 18ê de bê kirin. Di 9’ê Nîsana 2023’an de û îstifayên serokên parêzgehan yên ku dixwazin bikevin listeya berbijêrên parlementoyê de wê bê girtin.

Back to top button