Polîtîk

Hikûmetê piştgirî da Xaneqînê: Alayê Kurdistan danakeve

Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê, daxistina alayê Kurdistanê li ser banê dezgehên hikûmî yên Xaneqînê qedexe dike, lê qaymeqamê Xaneqînê vê biryara Malikî red dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pişta qaymeqamê Xaneqînê digire.

Qaymeqamê bajarokê Xaneqînê Mihemed Mela Hesen, derbarê vê arîşeyê de ji AKnewsê re axivî û got:
– Polîsê Diyalayê nameyeke serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî bo me aniye û tê de ferman hatiye dayîn ku, divê alayê Kurdistanê li ser hemû dezgehên fermî yên Xaneqînê bê daxistin û tenê ala Iraqê bimîne.

– Me jî bersiva Malikî da ku ev daxwaziya wî nayê qebûlkirin, ji ber ku piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, me alayê Kurdistanê digel alayê Iraqê bilind kiriye.
Ji aliyekî din, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmûd Kawe got ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya qaymeqamê Xaneqînê dike, ji ber ku bilindkirina alayê Kurdistanê li wir ne dijî destûrê ye

https://rojevakurd.com/politik/8639-Hikmeta-raq-alay-Kurdistan-qebl-nake.html

Back to top button