Dê digel Davutoglu behsa tekoşîna li dijî (terorê) bike

Îro Hişyar Zêbarî wezîrê karên derve yê İraqê serdana Tirkiyê dike. Tê çaverêkirin ku Zêbarî di serdana xwe de digel Ahmed Davutoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê hevdîtinekê saz bike.

Li gor rojnameya Hurriyet a tirkî, rojeva serekî ya civîna Davutoglu digel Zêbarê wê mekanîzma hevahengiya stratejîk di sewyeyeke bala de, di navbera Tirkye, Îraq, herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, çalakiyên PKKê li herêma Kurdistanê (bakûrê Îraqê) û tekoşîna li dijî terorê be. Tirkiye wê ji wezîrê derve yê Îraqê re bêje ku heta çalakiyên PKKê li (bakşrê Îraqê) berdewam bin, dest ji operasyonên xwe yên bo dervey sînor bo ser (bakûrê Îraqê) bernade.

dilgiraniya xwe ya li hemberî hebûna PKKê ya li Bakûrê İraqê dûbare bike. Herwiha wê behsa giringiya mekanîzmeya sê alî ya li gel Amerîka jî bê kirin.
Tê gotin ku Hişyar Zêbarî wê di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de beşdarç merasima vekirina konsolxaneya İraqê ya li Dîlokê jî bibe.

Ev yekemîn serdaba wezîrê derve yê Îraqê ye bo Tirkyeyê piştî parlamentoya tirkî dema operasyonên dervey sînor dirêk kirî.

Nêrînek

  1. Binêrin Tirkiye tenê ji bo PKKê dîplomasiya xwe dixebitîne. Binêrin gorî PKKê qîmetê dide Bashûrê Kurdistanê. \r\n\r\nSiyasetmedarên Bashûr bila nekevin dafika Romiyan.\r\n\r\nBila zimaneke nû bibinîn bi Tirkiyeyê re. Bila nehêlin ew tenê ji bo PKKê têkiliyan daynin. Ev li wan heqaretek e.\r\n\r\nBila bêjin, “em têkiliyên aborî bingeh digirin. Bi me re van babetan biaxivin. Bashûr ne Tirkiye ye û em jî ne siyasetmedarê tikan e. Mafê we nîne hûn bo van pirsgirêkan me vexwînin lingên xwe”.\r\n\r\nMin chend caran birêz Zebarî temashe kir, dibe ku shash bim, lê min dît bash bi kurdî nizane. Têgînên zanistî ûêd tevayî bi erebî bilêvdikir. Ev îsharetek gelek mezin e bo min.\r\n\r\nBirêz Zebarî dê here, bi hev re dawîlêanîna PKKê biaxivin. Chi sherm e bo siyasetmedareke kurd.\r\n\r\nEz wekî kurdek xwe dikujim, lê bo wan li birayên xwe nadim. Ez nebûm siyasetmedarek, nebûm wezîr an parêzgarek. Nikarim bibim jî. Bi viya serbilind im.\r\n\r\nPKKê wekî partiyeke kurd jî nabînim. Ango siyaseta wan, armanca wan ne di xizmeta kurd û Kurdistanê de ye. Lê PKKyî zarokên kurd in. \r\n\r\nEm kurd nahêlin kes li pîsên me jî bidin.

Nerîna min :