Civak

Hikûmeta Kurdistanê referandum û rapirsiyê encam dide

Hikûmeta Kurdistanê li rêya Wezareta Plandanan û Desteya Amar ya Herêma Kurdistanê rapirsiyeke giştî li ser belavbûna virusa Korona li Herêma Kurdistanê encam dide.

Piştî belavbûna gote gotên virusa Korona li Herêma Kurdistanê û derketina çend haletekî tûşbû ya li parêzgehên Hewlêr û Silêmanî, ji bo zêdenekirin û kontrolkirina vê virusê Hikumeta Herêmê li 14 vê mehê komek rêkar ragihand ji bo rûbirûbûna virusa Korona ku bandoreke raste rast li ser tevahiya civakê hebû û daxwaz ji welatiyan hate kirin ku ji mal dernekevin û gelek çalakiyê wan hatine rawestandin.

Ji bo zanînî bîr û ramana welatiyan ya li ser van rêkaran Wezareta Plandanan vê rapirsiyê amade kir ku Desteya Amara Herêma Kurdistanê serpereştiya wê dike ji aliyê welatiyan ve li rêya online ve tê pir kirin heta demek kêm da encamên wê dihêne ragihandin û dibê yek ji rênîşanderan ji bo hikumetê heta ku kar li ser bike. Daxwaz ji welatiyan tê kirin ku vê rapirsiyê ciddî werbigrin û bersîva pirsiyaran bidin.

Lînka beşdarîkirinê li jêre:

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf4AyvPyDlEozOWs99Jp3nNFrDfVVWc1iDJ8xHLHSqi28z8Jg/viewform?fbclid=IwAR1MTFrR-37ZIPIIHU-bDCvpdR8QncnlPsoAqKZG_2dHfOigrUQsBxcWiJI

Back to top button