Polîtîk
Hikûmeta Kurdistanê ji bo koçberên Mûsilê jî kamp vedike
Ji ber ku sedî 90 bajarê Musilê ketiye destê teroristên Daîş, ji tirsa kuştin û bê avî û kehrebe, xelkê Mûsil koçberî Herêma Kurdistanê dibin û heta niha hejmara wan penaberan gihîştiye 30 hezar kesan.
Biryare ji bo van penaberan wargehek amadebikin û ji wan kon û çadiran vedin. Li gor zanyariyan wargeha koçberên Musil wê li bajaroka Şêxan bê vekirin.
Xelkên koçber jî dibêjin hêviya me bi Serokê Herêma Kurdistanê heye ku alîkariya me bike û me ji vê rewşê rizgar bike.