Civak

Hikûmeta Kurdistanê 200 hezar paketên xorekê dabeş dike

Hikûmeta Kurdistanê li ser asta parêzgehên Kurdistanê 200 hezar paketên xorekê li ser welatiyên kêmderamet da dabeş dike, li parêzgeha Helebçe ku 8.000 hezar paketên xorekê behra wê ketiye dest bi dabeş kirinê kirin.

Kawe Elî Cîgirê Parêzgerê Helebçe ragihand: ”Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wê pereyê ku zêdetirê 23 milyon dolar sermayedaran pêşkêşî Hikûmetê kirine, nêzîkî 10 milyon dolar dane xorek ku ji rûnê zeytûnê û doşava bacana sor û nîsk û ard pêkhatiye li ser 200 hezar malbatên Kurdistanê dabeş dike, parêzgeha Helebçe 8000 hezar paketên xorekê behra wê ketiye û me dest bi dabeş kirinê kiriye.

Her wiha Kawe Elî got: ”Li parêzgeha Helebçe dabeşkirina xorekê li navenda parêzgeha Helebçe û nahiye û gundan destpêkiriye û dixwazin heta pêş cejin bi tevahî dabeş bikîn û navê hemû malek jî hatine tomar kirin ku paketa xorekê digihe wan.

Back to top button