Civak

Hikûmet: Rola jinan di şoreş û berxwedanan de rolek sereke ye

Hikûmeta Kurdistanê bi minasibeta 8ê adarê roja cîhanîya jinan bi peyamekê pîrozbahiyê li jinan dike û rol û xebta jinan di şoreş û berxwedanên gelê Kurdistanê de li dijî zilim û bindestiyê bilind dinirxîne.

          Di vê bîranînê de, ji bo wan xûşkên qareman yên di çeperê pêşmergayetî û berxwedanê de ji bo mafên neteweyî û niştimanî canê xwe gorî kiriye, em bejana xwe ditewînin. 

Hikûmeta Kurdistranê di peyama xwe de dibêje ku, bîranîna vê rojê, bîranîna xebata berdewama zêdetir ji yek qirn û nîva ye ku, jin, azadîxwaz û wekhevîxwaz li dijî bindestî û îhmalkirina jinan û ji bona azadî, wekhevî û edaletea civakî dixebitin:

           Cîyê şanaziyê ye ku, jin li Kurdistanê li meydana xebat û tekoşînê de, tevî ku ew hertim mil bi milê mêran bûn, di heman demê de ew ji jinên her civakeke din têkoşertir bûn. Dayîk û xûşkên me, weke her dayîk, xûşk û keçên şehîdên rêya rizgariya me, hertim xem û wezîfeya giran ya şoreş û berxwdanê ketiye ser milên wan, hertim bi çalakî beşdarî di xebata rizgarîxwaza gel û neteweya xwe de kiriye. Jin li civaka Kurdistanê bi kiryar îspat kiriye ku di hemû warên cudayên geşkirin û pêşketina civak û welêt de roleke karîger û sereke hebûye.

Hikûmet  bi minasibeta 8ê adarê di peyma xwe de dibêje ku,  xweragirî, dilsozî û morala dayîk, hevjîn, xûşk û keçên her pêşmergeyekî ku, li bereyên şer  hebûn û kerameta gel û welêt diparêze, ji qaremanî û dilsoziya wan pêşmergeyan nekêmtir e û ew zilma mezina derheqê dayîk û xûşkên êzidî hatî kirin, yek ji tawanên herî mezin yên mirovatiyê ye:

          Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi cidî û bi qenaet di karnameya xwe de pirsa wekhevî û mafê jinan weke pirensîpeke sabit a mafên mirov û demokrasiyê, tesbît kiriye û di karnameya xwe de cîyek giring jê re daye. Niha jî, ji bilî hebûna deste û saziyên hikûmetê yên taybet bi jinan û parasatina mafên wan, li herêma Kurdistanê ji bo xebat û tekoşîna çendîn rêxistinên medenî yên taybetmend bi warê jinan û mafên wan aqarek xweş heye. Ev yek jî wezîfeyeke neteweyî û mirovî ya giring e û hikûmet, tevî berdewambûn li ser piştgiriya van karan, karên zîdetir û karîgertir jî ji bo vê pirsê dike. 

Back to top button