Hikûmet li ser budceyê civiya
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja duşemê 14.01.2019 ê li bajarê Hewlêrê, bi seroktiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdisanê û bi amadrbûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr yekemîn civîna xwe ya sala 2019 ê saz kir.
Destpêka civînê, Nêçîrvan Barzanî sala nû li beşdarên civînê pîroz kir û behsa dijwriyên sala 2018 kir, sipasiya xelkê Kurdistanê û bi taybetî miaşgiran kir ku rûbirûyê kirîzan bûn û rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtin û hêvî xwest ku sala 2019 sala derbasbûna rewşs dijwar, pirsgirêk û hemû kirîzan be û rewşa aborî û jiyanê baştir bibe.
Civîn taybet bû bi gotûbêjkirina beşe budceya Herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqê ya sala 2019, Rêbaz Hemlan wezîrê aborî di raporekê de behsa reşnivîsa budceya giştiya Îraqê kir û ew hewl û xebatên ji aîliyê wezareta darayî ya Kurditan û Îraqê, hikûmeta Kurdustanê û fraksyonên kurdî li parlamentoya Îraqê ji bona dabînkirina maf û şaysteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di pirojeyasaya budceys Îraqê giring nirxand.
Di civînê de ew hewil û xebat bilind hatin nirxandin û tekîd li ser maf û şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de hat kitin. Wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê hat raspartin ku digel wezareta darayî ya Îraqê û lîjneya darayî li parlamentoyê ku bi hev re bigihin encamekê ku mafên Herêma Kurditnê parastî bin. Di vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê berheviya xwe nîşan da ku bi hikûmet û parlamentoya Îraqê re havkarî û gevahengiyê bike.