Polîtîk

Naveroka civîna Serokwezîrê Kurdistanê digel Wezîrê derve yê Fransayê

Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve yê Fransayê, bi serokatiya şandeyekê ku ji balyozê Fransayê li Bexdayê û Konsulê wî welatî li Hewlêrê pêkatibû, roja 14.01.2019ê bi serdaneke fermî gihştin Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîr û hijmareke wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya Îraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û danûstandin û hewilên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdisanê hat kirin.

Wezîrê derve yê Fransayê piştevaniya Fransayê ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê û xwesteka welatê xwe ya ji bo geşkirina têkeliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û hêviya zêdetir pêşketin û jiyaneke baştir  ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê xwest.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştevaniya berdewama Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir ku di şerê dijî terorê û di çarçoveya Hevpeymaniya navdewletî de alîkarî pêşkeş kirin. Rola birêz serok Macron Serokê Fransayê bilind nirxand ku di demên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û deriyê diplomasîyê li pêş Herêma Kurdistanê vekir û Hewlêr û Bexda paldan ku hemû pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Têkeliyên Herêma Kurdistanê digel hikûmeta federal ya Îraqê, rewşa herêmî û welatên cîran, şerê dijî terorê û çend mijarên din di civînê de ketin ber gotûbêjan.

Back to top button