Kultur

Hikûmet ji rojnamevanan û mdeyakaran çi daxwaze

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, 119saliya rojnamegeriya kurdî û 19saliya damezrandina Sandîkaya Rojnmaevanên Kurdistanê li rojnamevanan û medyakarên kurd pîroz dike û pişgiriya xwe ji bo parastina mafên wan nîşan dide û daxwa jê dike ku pîşanetir erk û wezîfeya xwe bi cî bikin.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Di bîranîna roja rojnamegeriya kurdî û roja damezrandina Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de, em silavan ji bo canê nemir mamoste Mîqdad Medhet Bedirxan û tevaya rojnamevan û medyakarên Kurdistanê yên ku jiyana xwe bexşiye peyva kurdî û di wê rê de jî canê xwe gorî kirî, dişînin. Di vê bîranînî de, em bi qedir û hûrmet wan rojnamevanên jêhatî yên ku di romalkirina şerê dijî DAÎŞê de jiyana xwe bexşî û şehîd bûn, yan jî birîndar bûn, bi bîr tînin. Em vê rojê li tevaya rojnamevan û medyakaran û saziyên rojnamegeriyê û medyaya kurdî pîroz dikin û ji kar û xebatên wan re berdewamiyê û serkeftinê dixwazîn.Di vê bîranînê de, em rola rojnamevanan û medyakarên kurd û Kurdistanê û qurbanîdan û fedekariya wan di qonaxên şoreş û serhildanên Kurdistanê de û di berhingarbûna dijmin û teror û terorîstan de, herwesa beşdariya wan di binyatdanan, pêşxistin û berbipêşvebirin û hişiyarkirina civakê de bilind dinirxînin û bi timamî piştgiriya maf û azadiya rojnamevan û mdeyakar û azadiya nivîsîn û hizirkirinê û weşandinê dikin.Weke gelek aliyên din yên civaka Kurdistanê, bi dilxweşî ve, warê rojnamegerî û medyayê jî li Herêma Kurdistanê bi awayekî ber bi çav pêşkeftiye, bi taybetî di van salên dawiyê de û di dema romalkirina şerê dijî terorê de, rojnamevan û medya Kurdistanê qonaxeke din derbas kir û îspat kir ku mîna medya cîhanî dikarin kar bikin û gelek caran jî bibin çavkaniyên êkane ji bo nûçe û ajansaên rojnamevanî û medyayên cîhanê ku, ev jî cîyê dilxweşî û şanazaiyê ye ji bo Herêma Kurdistanê û destxweşiyê li wan dikîn.Di vê rojê de, careke din em pîrozbahiyê li rojnamevan û mdeyakaran dikin û daxwazê jê dikin ku bi awayekî pîşanetir û profesyonaletir kar û wezîfeya xwe encam bidin û hemû prensîp û buhayên ku rojnamegerî û medyaya pîşeyeî û profesyonal li ser hatiye avakirin, biparêzin daku bikaribin zêdetir xizmeta civakê û nuha û paşeroja Kurdistanê bikin.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê22.04.2017

Back to top button